Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Mafê Mirovan: 18 Kes li Kongo Hatine Kuştin


Çavdêrîya Mafê Mirovan: 18 Kes li Kongo Hatine Kuştin

Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan dibêje, di tundîya girêdayî hilbijartinên parlamen û seroktîyê de, herî kêm 18 sîvîl li Komara Demokratîk ya Kongo hatine kuştin û bi sedam kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Rêxistina Human Rights Watch ya bingeh li New Yorkê îro Înê radigîhîne, piranîya qûrbanîyan ji alîyê Zerevanên Komarî ve li paytaxt Kinshasa hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî jî roja Pêncşemê banga aramîyê li wî welatî kirîbû, piştî ku çavdêrên navnetewî tundî û tûjî û her wiha, ne rêkûpêkîyên berfireh yên dengdanê ragihandibûn.

Hevdem, artêşa Kongoyê dibêje, ew jiber îhtîmala derketina tundî û tûjîyên nû li piştî eşkerekirina encamaman hişyarî da ye.

XS
SM
MD
LG