Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Mafên Mirovan: Sûrîye Êşkence li Zarokan Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan: Sûrîye Êşkence li Zarokan Dike

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ya bingeh li Amerîkayê dibêje, di destê wan de delîl hene ku hêzên Sûrî zarok desteser kirine û di dema lêpirsîna wan de êşkence li wan kirine.

Çavdêrîya Mafên Mirovan di raporteke xwe de roja Înê ragihand, di destê wê de belgeyên 12 bûyerên êşkencekirina zarokan hene û dibe ku gelek zarokên din rûberî reftarên heman rengî bin.

Raporta Human Rights Watch her wiha ragihand, 100 kesên ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine desteser kirin, behsa hebûna êşkenceyê dikin, wekî alaveke rojane ya dijî girtîyan.

Çavdêrîya Mafên Mirovan bang li Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji Sûrîyê bixwaze ku zêdegavîyên mafên mirovan bi dawî bîne û hevkarî ligel rêxistinên mafên mirovan bike.

XS
SM
MD
LG