Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Macron Piştgirîya Terorê Dike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê rexne li Serokê Fransa Emmanuel Macron girt ku nerazbûna xwe li hember operasyona Tirkîyê ya dijî YPG ragihandibû.

Çavuşoglu îdia kir ku Macron piştgirîya terorê dike.

“Ew piştgirîya rêxistina terorê dike û bi berdewamî li Qesira Elysee mêvandarîya wan dike. Ger ew dibêje ku hevalbenda wî rêxistina terorê ye .., birastî tiştê din tune ku ez bêjim” Çavuşogluli parlamanê ji nûçegîhanan re got.

Macron meha borî bi yek ji berdevikên HSDê, Cîhan Ahmed re kom bûbû û piştgirîya Fransa ya ji HSdê re dîyar kiribû.

Wî demeke zûtir ya îro gotibû ku Tirkîye nikane li benda piştgirîya endamên NATOyê be, piştî ku yekalî û bê ku li wan bişewire, dest bi operasyoneke li hindurê Sûrîyê kiribû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG