Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cavuşoglu: Tirkîye Hewil dide ku Girjîya Navbera Amerîka û Îran Kêm Bike


Çavusoglu û hevtayê wî yê Îranî Cevad Zarîf

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu îro Duşemê got ku ew hewil didin ku girjîya navbera Amerîka û Îranê kêmtir bikin û ew jibo wê armancê bi her du alîyan re di nav peywendî de ye.

“Fikara me ya hevbeş ew e ku Îraq bibe qada şer ya şerê nevbara dewletên din. Ew jibo Îraqê û tevahîya herêmê rîskeke mezin e. Loma emê bi berdewamî hemî tişên ku ji destê me tên, bikin ku dawî li tundî bînin,” Cavuşoglu got.

Wî got ku piştî kuştina Qasim Silêmanî ji alîyê Amerîka ve, ew bi telefonê bi hevtayên xwe yên Îranî û Anmerîkî re reşwa heyî gotûbêj kiriye.

Wek bersîva pirsekê, Çavuşoglu got ku Tirkîye amade ye navbera Tehranê û Washingtonê navbeynkarî bike

Cavuşoglu heriwha ragihand ku wî mijara kuştin Silêmanî û rewa Îraqê bi hevtayên xwe yên Rûsî, Brîtanî, Qatarî û Pakistanî û b Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nîqaş kiriye.

XS
SM
MD
LG