Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dijî Biryara Kongresa Amerîkî Bertekên Tund Nîşan Dide


Wezîrê Karê Derve yê Tirkîye Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanê biryara Civata Nûnerên ya Kongresa Amerika da û got ku jibo wan ti girîngîya wê biryarê tuneye.

"Jiber ku me lîstikên wan xera kir, dixwazin tola xwe ji me hildin. Ev ne qanûn e, lê tenê biryarek e. Ti giranîya vê biryarê jî tuneye. Lê ev nayê wê wateyê ku amê çavê xwe li wê bigirin. Me berteka xwe nîşan da û em dizanin ku jibo ku me lîstikên wan li Sûrîye xira kirin loma ew biryar derket, Çavuşoglu got.

Ji alîyê din ve Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê, jibo hişyarîyê Balyozê Amerika yê Eneqerê Satterfield bangê wezaretê kir.

XS
SM
MD
LG