Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoğlu: Tirkîye û Îraq dê Dijî PKK'ê Operasyona Hevpar li Dar Xînin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu dîyar kir ku ewê heta meha Gulanê operasyona Efrînê bi dawî bikin.

Çavuşoğlu da zanîn ku ew de li Îraqê jî dijî Partîya Karkarên Kurdistan (PKK) operasonan li dar xînin û dê rêvebirîya Îraqê hevkarîyê bike.

‘’Eger operasyona Efrînê bi dawî nebe jî hêza me ya meşandina her du operasyonan bi hevdu re heye’’ Çavuşoğlu got.

Çavuşoğlu da zanîn ku Hevserokê berê yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Mislim li Stockholm ya Swêdê ye û wan ji wî welatî xwestîye ku Mislim desteser bikin.

XS
SM
MD
LG