Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Ser Pêleke Nû ya Koçberan ji Sûrîyê, Hişyarî Dide Ewrupa


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, Ewrupa ser pêleke nû ya koçberîya ji Sûrîyê hişyar kir.

Çavuşoglu dîyar kir ku ger pevçûnên li Îdlibê bidomin ewê ber bi Ewrupa ve koçberîyeke nû destpê bike.

Artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya di meha Nîsanê de dest bi operasyonên dijî Îdlibê kiribû.

Çavdêrîya Sûrîyê ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Çarşemê dabû zanîn ku dijî navendeke çavdêrîyê ya Tirkîyê ya li Îdlibê êrîşek li dar ketiye.

Çavuşoglu da zanîn ku Rûsya garantî daye ku ewê êdî li dijî navendên Tirkîyê yên li Îdlibê ti êrîş çênebin.

Wî dîyar kir ku ger li Sûrîyê çareserîyeke sîyasî destpê bike ewê leşkerên xwe ji wî welatî vekişînin û got ku rêjîma Sûrîyê xwe nêzîkî dîyalogên sîyasî nake.

XS
SM
MD
LG