Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Hin Kes Dixwazin Trump ji Biryara Ser Vekişîna ji Sûrîyê Vegerînin


Trump û karbidestên Tirk
Trump û karbidestên Tirk

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku hin kes dixwazin Serokê Amerîka Donald Trump ji biryara ser vekişîna ji Sûrîyê vegerînin.

Çavuşoglu da zanîn ku Rûsya bi awayekî gumankirî li biryara Trump dinêre û got ku piştî biryara Trump ji Amerîka dengên cûda hatine.

Serokê Amerîka Donald Trump meha borî dîyar kiribû ku Amerîka dê hêzên xwe yên li Sûrîyê vekişîne.

Ser biryara Trump hin berpirsên Amerîkî bertekên tund nîşan dabûn û Wezîrê Berê yê Berevanî Jim Mattis jî di nav de jimareke karbidestên payabilind karvekişîna xwe ragihandibûn.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike.

Çavuşoglu da zanîn ku Enqere bi Washingtonê re danûstandinên ser qutkirina peywendîyên bi YPG’ê re didomîne û dîyar kir ku derbarê herêma ewle hîn tiştekî zelal bûye tune.

Wî herwiha got ku ku Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey dê serdana Tirkîyê bike û bi karbidestên Tirk re bicive.

XS
SM
MD
LG