Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Ger Saudî Ser Ronîkirina Kuştina Xaşiqcî Hevkarî Nekin, Dibe ku NY Bûyerê Vekole


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu li Washingtonê bi hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo re civîya.

Çavuşoglu di daxuyanîya piştî civînê de dîyar kir ku Tirkîye bo hûrgilîyên ser kuştina Cemal Xaşiqcî eşkere bibin ji Erebîstana Saudî hevkarîyê dixwaze.

Wî da zanîn ku ger Erebîstana Saudî hevkarîyê neke, dibe ku Enqere ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bixwaze ku kuştina Xaşiqcî vekole.

Çavuşoglu dîyar kir ku wî di civîna bi Serketerê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres de jî ew daxwaz bi bîr xistiye.

‘’Di navbera me û Erebîstana Saudî de ti kêşe tune, lê wek ku serokomarê me jî dibêje em dê bo eşkerekirina vê kuştinê her tiştî bikin’’ Çavuşoglu got.

Cemal Xaşiqcî di 2’ê Cotmehê de li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû kuştin. Termê Cemal Xaşiqcî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG