Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Rexne li Medyaya Amerîkî Digire ku Cudahîyên Heyî Mezintir Dike


Medya dewletê ya Çînî dibêje, raportên medyaya Amerîkî cudahîyên navbera Amerîka û Çînê, ku di raporteke du vekolerên girîng de hatine dîyar kirin, mezintir nîşan dide.

Rojnameya Global Times ku bi ser Partîya Komunîst ve ye, roja Pêncşemê got, medyaya Rojava, bi gotina wê, “daxuyanîyên samîmî û biçêk reşbîn” yên derbarê paşeroja peywendîyan mezintir dike.

Bi alîyekî din ve, Kenneth Lieberthal, alîkarê berê yê Civata Ewlekarîya Netewî yê dema Serok Bill Clinton, di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîkayê de dibêje, ew û nivîskarê Çînê ku rapor pê re nivîsî ye, derbarê têkîlîya navbera her du welatan xemxwar in.

Lê, Birêz Leiberthal mikur hat û got rêberên her du welatan karîbûn di dema dawî de li ser çend mijarên rojane li hev bikin.

XS
SM
MD
LG