Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CBS: Karbidestên Amerîkî Bawer Dikin ku Îranê Firoka Ukraynî Anî Xwarê


Televîzyona CBS îro Pêncşemê ji zarê karbidestên Amerîkî radigihîne ku bi bawerîya wan Îranê bi şaşitî firoka Ukraynî anîye xwarê.

“Karbidestên Amerîkî bi xwe bawer in ku Îranê demeke kurt piştî destpêbûna êrîşên mûşekî yên dijî armancên Amerîkî li Îraqê, bi xeletî li firoka Ukraynî xistiye û ew anîye xwarê. Di hindurê firoka rêwîyan ya Ukraynî de hemî 176 kes hatibûn kuştin ku herî kêm 63 ji wan Kanadî ne,”CBS di twîtekê de ragihand.

Wezîrê Derve yê Ukraynî Vadym Prystaiko ragihandibû ku 82 qurbanî Îranî, 63 Kanadî, 11 Ukraynî, 10 Swêdî, 3 Alman û 3 jî Brîtanî bûn.

XS
SM
MD
LG