Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Hejmara Miriyên COVID-19 li Amerîka ji 280 Hezar Kesan Derbaz Kir


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka tomara tûşbûyî û miriyên vîrusa korona li Amerîka ragihand.

Li gorî datayên CDC li Amerîka heta niha hejmara tûşbûyan gihaye 14,462,527 kesan û asta zêdebûna vîrusa korona ji demên berê 206 hezar kesan ji hejmara tûşbûyên berê zêdetir bûye, herwiha 991 haletên mirinê jî zêdetir bûne, CDC dibêje, hejmara miriyan bi giştî gihaye 280,135 kesan.

Li aliyek din malpera fermî ya Zanîgeha John Hopkins Yekşemê da weşandin ku hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîka gihaye 14,639,724 û hejmara miriyan gihaye 281,628.

Herwiha John Hopkins dide zanîn ku li seranserî cîhanê heta îro Yekşemê 6 Kanûnê 66,840,321 kes tûşî vîrusa korona bûne û 1,533,423 kes jî mirine.

XS
SM
MD
LG