Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Delta Di Nav Kesên Vaksînkirî De Wekî Yên Nevaksînkrî De Belav Dibe


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka da zanîn ku cûreya vîrusa korona ya bi navê Delta wekî chickenpox (Sorkan) bi hêsanî nav kesên vanksînkirî de dihête veguhestin û berbelav dibe her wekî kesên ne vaksînkirî.

Li gor belgehên navxweyî yên CDC, ku yekem car ji layê The Washington Post ve hatin wergirtin, ji karmendan xwest ku "bipejirînin ku şer guheriye" li ber cûreya vîrusa korona ya bi navê Delta.

Li gor belgeyên CDC, ji bo ku welatî metirsîya Delta bigihe, divê lê nêrînên nû li ser were kirin. Çêdibê metirsîya nexweşbûn û mirin bo Delta mezintir be.

Herwisa CDC tekez li ser wê kir ku vaksînê bandoreke mezin heye li ser rêgirtina li pêşiya nexwesîyê û got ku kesên vaksînkirî kêmtir bi nexweşîyê dikevin, lê ew çêdibe her wekî kesên nevaksînkirî dikarin nexweşîyê belav bikin.

Pisporê nexweşîyên veguhêz ya Amerîka Dr. Anthony Fauci di hevpeyvînekê de roja Înê bi Reuters re got ku ew hêvî dike rêvebir dê di meha pêş de pejirandina tevahî ji bo derziyên COVID-19 bidin. Wî got belkî ev yek pitir Amerîkîyan pal bide ku vaksînê werbigrin.

Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê ragihand ku divê karmendên hikûmeta federal bêne vaksînkirin an berdewan bêne têstkirin û maskan li xwe bikin.

XS
SM
MD
LG