Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Hejmara Bûyerên Giştî ya Tûşbûna Korona li Amerîka 7,087 E


Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) îro Çarşemê ragihand ku li seranser Amerîka 7,087 bûyerên nû yên tûşbûna vîrusa korona hatine ragihandin.

CDC da zanîn ku ji hejmara nû ji ya berê 2,812 pirtir e û hejmara mirîyan jî bilindtir bû û ji 22 giheşt 97 kesan.

CDC dîyar kir ku li hemî 50 eyaletên Amerîka û paytext District of Columbia û sê deverên nin kontrola Amerîka jî bûyera vîrusa korona hatine tomar kirin.

Di hejmara giştî ya bûyerên tûşbûna korona de 49 kesên ku ji Japonya û Wuhan, Çîn ya cîhê derketina vîrisê jî hene,

CDC bal kişand ku hejmarên ku ew dide bîragiştî û yên her yek eyalet bi xwe belav dike, dibe ku cihê bin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG