Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Amerîka Pirtirî 416 mîlyon Dozên Vaksînên COVID-19 Bi Kar Anîye


weneyeke giştî ya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka l' eyaleta Atlanta.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka roja Çarşemê dîyar kir ku heya niha li Amerîka 416.154.424 dozên vaksînên COVID-19 hatiye kar anîn.

Hevdem, CDC dîyar kir ku û 507.637.305 doz jî hatiye belav kirin.

Ev hejmarana, ji pêzanînên CDC yên bo hejmara vaksînên hatiye karanîn ku di 26'ê Cotmehê de ragihandibû, 89.572689 doz pirtir in.

Her wiha CDC'yê da zanîn ku heya niha 220.936.118 kesan herî kêm yek dozeke vaksînên COVID-19 li xwe xistine û 190.990.750 kes jî bi temamî hatine vaksîn kirin.

CDC'yê destnîşan kir ku nêzî 14.4 mîlyon mirovan doza bihêzker ya Pfizer, Moderna yan Johnson & Johnson's ya vaksîna COVID-19 wergirtine.

XS
SM
MD
LG