Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Amerîkîyên Vaksînkirî Dikarin Bê Maskan bi Hevdu re Bicivin


Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID -19 ya li Amerîka
Dîmeneke ji pêyvajoya pandemîya COVID -19 ya li Amerîka

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka îro Duşemê di derbarê pîvanên dijî pandemîya COVID -19 de, rêbernameyeke nû dîyar kir.

CDC'ê dibêje ku Amerîkîyên ku pêyvajoya xwe yên vaksînkirinê temam kirine, dikarin bê maskan yan bê karanîna dûrahîya civakî li cîhên hundirîn bi kesên din yên vaksînkirin re, bicivin.

Hevdem, CDC'ê ragihand ku mirovên vaksînkirî dikarin, bi kesên ku îhtîmala pêketina COVID-19 kêm in re jî werin ba hev. Mînak, kal û pîrên vaksînkirî dikarin herin serdana zarok û neviyên xwe yên saxlem.

CDC'ê bo bersîvdayîna pirsên piştî destpêkirina vaksînlêdanê derketinê holê yên wek serdana endamên malbatê, azadîya rêwîtiyê û her wiha bo pîvanên din yên pandemîyê, hatiye amade kirin.

Berpirsa CDC'ê Dr. Rochelle Walensky di derbarê rêbernamaya nû ya sazîyê de daxuyanîyeke ragihand.

"Em dizanin ku mirov dixwazin werin vaksîn kirin da ku dîsa bi kesên ku jê hez dikin re, tiştên ku kêfa wan tê, bikin," Dr. Walensky got.

Ji alîyê din CDC jibo mirovên vaksînkirî karanîna maskan, peşnîyarên xwe yên dûr sekina ji kombûnên mezin û parastina dûrahîya civakî, didomîne.

Herwiha, CDC ji kesên vaksînkirî re peşnîyar dike ku heke nîşanên COVID-19 hîs bikin, bo nexweşîyê bila testan çê bikin.

Karbidest dibêjin ku miroveke piştî du hefteyên wergirtina doza dawî ya vaksînê wek bi tevahî hatiye vaksîn kirin, tê hesibandin.

Li gor CDC'ê heya niha nêzî 30 mîlyon Amerîkî – yan tenê ji % 9 ya şênîya Amerîka bi tevahî hatine vaksîn kirin.

XS
SM
MD
LG