Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya ragihand ku li Amerîka hejmara kesên doza duduyan ya vaksîna vîrusa korona li xwe nexistine roj bi roj zêde dibe.
Bo vaksînên Pfizer – BioNTech û Moderna bandora xwe nîşan bidin divê bi navberên bi sê û çar hefte bi du dozan werin karanîn.
Agahîyên CDC’ê raber dikin ku 8 ji sedê Amerîkîyan doza duduyan ya vaksînê li xwe nedane ku ew jî nîşan dîdan de ku pirtir ji 5 mîlyon kesan doza duduyan li xwe nexistine.
Di meha Adarê de rêjeya kesên doza duduyan ya vaksînê li xwe nexistine 3,4 ji sedê bû.
CDC ser vaksînan agahîyan top dike, lê hin dermanxane, navendên vaksînê yên eyaletan qeydên xwe hema ranaghînin.
Karbidestekî CDC dîyar kir ku ger şexsekî dozeke vaksînê li klînekeke bi rêvebirîya eyaletê li xwe xistibe û ya duduyan jî li klîneke herêmî bikar anîbe, dibe ku ew her du bi hev ve nehatibin girêdan.
CDC dibêje ew dixwazin bizanin ku ew nekaranîna doza duduyan ji fikarên ser vaksînê yan ji bidestnexistina wê ye.
Agahîyên CDC raber dikin ku li Amerîka heta niha 232 mîlyon doz vaksîn hatine karanîn.