Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC Hîşyarî Dide Amerîkîyên ku Sê Mehên Pêş Wê Gelek Dijwar Bin


Serokê Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka Dr. Robert Redfield hişyarî da ku pandemîya COVID-19 hîn bi tundîyeke mezin li seranser Amerîkayê dixe.

Dr. Redford da zanîn ku heta vaksînên nû amade bin, krîza saxlemîyê hîn di çend mehên were de bi dawî nebe.

“Rastî ev e ku mehên Berfanbar, Rêbendan û Şubatê wê gelek dijwar bin. Bi nêrîna min ew her sîê meh dê bibin semen herî dijwar yên dîroka pijişkî ya welatê me.”

Wî ji gel xwest ku pîvanên ewlehîyê yên wek karanîna maskê, parastina dûrbûna civakî û paqijkirina destan bi xurtî bi cîh bînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Amerîka rojane pirtir ji 2,000 kesan ji vîrusa korona dimirin.

XS
SM
MD
LG