Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Cureya Delta bo Kesên Nevaksînkîri Xeterîyeke Mezin E


Pisporên nexweşîya jiber vîrusa korona hewl didin ku fêr bibin ka cureya nû ya COVID -19 ya ku wek Delta tê zanîn, mirovan - bi giştî jî yên nevaksînkirî- ji berê nexweştir dike yan na.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka hişyar kiribû ku cureya vîrusa korona ya Delta, cara yekê li Hindistanê hatiye dîtin û niha li serenserê cîhanê belav bûye.

Li gor raporek navxweyî ya CDC'ê ku roja Înîyê hat weşandin, Delta, îhtîmal e ku 'ji cureyên berê yên vîrusê' girantir û xeter be.

CDC bal kişand ser lêkolînên li Kanada, Sîngapur û Skotlandê hatine kirin,yên ku nîşan didin ku kesên ku bi cureya vîrusa Delta ketine, dibe ku ji nexweşên berê zûtir hewceyê dermankirina li nexweşxaneyan bibin.

Li Amerîka, piranîya pêketîyên li nexweşxaneyan û kuştinên jiber vîrusa korona niha, di navbera kesên ne vaksînkirî de, rû dide.

Li alîyê din de jî, delîl hene ku vaksîn ser kesên xwedî sîstemên saxlemîya ne xurt in, tevî kesên pîr û kal jî, kêm bi bandor in.

Dr. Gregory Polond, pisporê nexweşîyên enfeksîyonan yên li Clinic Mayo ji Reutersê re got ku ger kesên vaksînkirî û yên saxlem bi COVID-19 bikevin, ewê nexweşîyê bi nîşanên sivik yan jî bê nîşan derbaz bikin.

Dr. Poland da zanîn ku zêdebûna rêjeya nexweşîya giran bi taybet jî li heremên ku rêjeyên vaksînlêdanê kem in, karê xebatkarên saxlemîyv yên li enîyên pêş yên pandemîyê jinûve dijwar dike.

Pispor hişyar dikin ku cereya Delta ya COVID-19 di laşên mirovan de, li gor ya orîjînal 1.000 qat pir zûtir xwe dubare dike û ev yek xeterîya herî mezin ya vê pêla nû destnîşan dike.

XS
SM
MD
LG