Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Şerê Dijî Vîrusa Korona jiber Cureya Delta Guherîye


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka ragihand ku têkoşîna dijî vîrusa korona guherîye.

CDC da zanîn ku jiber ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta bi qasî xurîyê belav dibe, kesên vaksînkirî dikarin wê belav bikin û nexweşîyên giran çêdike, rewişeke dîtir çêbûye.

Li gor belgeyên CDC, bo welatî metirsîya ku Delta çêdike fehm bike divê bi nêrîneke nû li wê cureyê were nihêrin.

Belgeyên CDC nîşan didin ku kesên vaksîn li xwe nedane sê qat zêdetir bi vîrusa korona dikevin û rîska wan ya bo nexweşîya giran û mirinê jî deh qat zêdetir e.

CDC dîyar dike divê karanîna vaksînê bo kesên di xizmetên saxlemîyê de dixebitin mecbûrî be û pêşnîyaz dike ku careke din herkes maskeyan bide ber rûyên xwe.

Ew belgeyên berê ji alîyê Washington Postê ve hatibûn ragihandin, ji alîyê CDC ve hatin piştrast kirin.

Li gor belgeyê, bo kesên vaksînkirî her çiqas rîska pêketinê biçûk e jî, gava ew pê dikevin, ew dikarin vîrusê bi qasî kesên vaksîn li xwe nedane belav bikin.

XS
SM
MD
LG