Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Ne Hewce Ye ku Kesên Vaksînkirî li Hindur û Derve Maskan bi Kar Bînin


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku kesên bi tevahî vaksînkirî êdî ne hewce ye ku li hindur û derve maskên xweparastinê bi kar bînin.

“Ger hun bi temamî hatine vaksîn kirin, hun dikarin dest bi kiryarên berî pandemîya korona bikin. Em gîş li benda vê rojê bûn ku jêyana me careke din vegere normalê“ dîrektora CDC Dr. Rochelle Walensky di preskonferansa Qesira Sipî de got.

Walensky got ku pêşnîyara wan ya nû di çarçoveya nêrîn û çavdêrîya zanistan e û kesên ku bi tevahî vaksîn li xwe dane, bê ku rûberkan bi kar bînin, dikarin beşdarî kiryar û çalakîyên li nav cîhên girtî û li derve bin.

XS
SM
MD
LG