Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Hejmara Vaksînên Hatine Karanîn ji 303 Mîlyonan Borî


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka ragihand ku li welêt heta niha 303,923,667 doz vaksîna vîrusa korona hatine karanîn û 372,100,285 vaksîn jî hatine belav kirin.

CDC dide zanîn ku li Amerîka 171,731,584 kesan bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe dane û 140,441,957 kes jî bi temamî vaksîn karanîne.

Ew hejmarên CDC ragihandine di ser vaksînên Moderna û Pfizer – BioNTech yên bi du dozî û ya Johnson & Johnson ya bi yek dozî hatine hazir kirin.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû ku ewê heta 4’ê Tîrmehê, ku roja serxwebûna welêt e, bikin ku 70 ji sedê giheştîyan vaksînan li xwe bidin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 33,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 600 hezar kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG