Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cefer Penahî bi Kefalet li Îranê Hat Azad Kirin


Medyaya Îranê ragehand ku derhênerê filîman Cefer Penahî bi kefaleta 200-hizar dollaran ji girtîxanê hat azad kirin.

Raportên nûçeyan radigehînin ku Penahî, piştevanê opozisyona Îranî, roja Sêşembî li girtîxana Evîn ya Îranî bi kefalet hat azad kirin.

Karbidestên Îranî li meha Adarê Penahî û hevjîna wî, keça wî û 15 mêhvanên wî desteser kirin. Panahî bi saz kirina filîmeka dijî rijêmê hat xetabar kirin.

Penahî derhênerê filîmê Bazne ye, ku li sala 2000 xelata Festîvala Venice wergirt.

Di wê filîmê de, derhêner rexnê arastê rewşa jinan li jêr desthelata rijêma Îslamî ya Îranê dike.



XS
SM
MD
LG