Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdî Îro Cejna Êzî Pîroz Dikin


Êzîdî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin (Arşîv)
Êzîdî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin (Arşîv)

Civaka Êzîdî îro Înê Cejna Êzî pîroz dike ku wek Cejna Rojîyên Êzî jî tê zanîn. Êzîdî her sal di meha Berfanbarê de sê roj (Sêşem, Çarşem û Pêncşem) rojî digirin û di roja çaran de ku dikeve roja Înê, Cejna Êzî pîroz dikin.

Êzîdî di van sê rojan de bona Xwedê duayan dikin û xwe ji xwarin, vexwarin û kêfxweşîya jînê diparêzin û xwe ji kar jî dûr dihêlin.

Piştî dawîkirina rojîyê, di roja cejnê de herkes sibê zû berê xwe dide goristanan û xêra mirîyên xwe li kesên feqîr, xêzan û derdora xwe belav bikin.

Piştî belavkirina xêra rojî, cejn û mirîyan, Êzîdî diherin cejna meriv û hezkirîyên xwe pîroz bikin.

Jêder: Çira TV

XS
SM
MD
LG