Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cejna Karkeran li Stenbolê bi Mîtîngekê Hat Pîroz Kirin


1’ê Gulanê roja Cejna Kedkar û Karkeran îsal jiber qedexeya Taksîmê, li qada Bakirkoyê hate pîroz kirin.

1’ê Gulanê bi biryara rêxistinên kedkarên yên wek DÎSK, KESK, TMMOB û partîyên sîyasî li Qada Bazara Şemîyê ya Bakirkoy'ê hate pîroz kirin.

Kortejên jibo ku biçin qada Bakirkoyê di demjimêr 11’an de jiber Foruma Marmara yê ji du alîyan ber bi qadê ve meşîyan. Jibo têketina qadê, polîs li sê cihan bo ewlehîyê lêgerîna kesan pêk anî.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dema ku xwest bikeve qadê polîs mudaxaleyê girseya HDP’ê kir. Endamên HDP’ê xwest ku bi wêne û pankartên kesên ku di xedexeyan de hatibûn kuştin têkevin qadê, lê polîsan rê neda wna û mudaxeleya girseyê kir.

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê Sebahat Tuncel ku di dema mudaxalê de di nav girseyê de bûn, ligel welatîyan bûn armanca êrîşên polîsan.

Di êrîşê de welatîyek bi navê Mehmet Hanifî Îplîk giran birîndar bû. Li hember mudaxeleyan Figen Yuksekdag bertek nîşan da û girseya HDP kete qadê.

Bi hatina hemû sazî û partîyan bernameya 1’ê Gulanê bi xwendina siruda 1'ê Gulanê destpê kir. Di mîtîngê de daxuyanîyeke hevpar hem bi Kurdî, hem bi Tirkî ya sazî û partîyan hat xwendin.

Di dawîya pîrozbahîyê de li hin deverên Stebolê pevçûn derketin û di nav rojê de, li gor daxuyanîya walîtîya Stenbolê, 207 kes hatin binçav kirin. Dîsa li taxa Beyoglu welatîyekî bi navê Nail Mavuş ku 57 salî bû, ji hêla polîsan bi tomayê giran birîndar bû û dû re li nexweşxanê jîyana xwe dest da.

Hêjayê gotinê ye ku 1’ê Gulana 2016’an sendîka, rêxistinên kedkaran û partîyên sîyasî balê kişandin ser kesên ku di jêrzemînan û di serdeama qedexeya derketina kolanan de de jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG