Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona Bandora Xwe Ser Pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî jî Dike


Zimanê Kurdî

Tora Ziman û Çanda Kurdî jibo Cejna Zimanê Kurdî bernameyên cûr bi cûr amade dike, lê jiber belavbuna virûsa korona îsal hemî bername û pîrozbahî li ser înternetê bi weşanên zindî tên darxistin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî di daxuyanîya nivîskî ya ser cejnê de polîtîkayên hember Kurdî rexne dike.

“Dagirkeran çand û zimanê Kurdî qedexe kirine, hîn jî mirov jiber ku bi Kurdî dipeyivin, rastî zilm û zordarîyeke bêpîvan tên. Li hin cîhan mirov ji ber Kurdî têne kuştin. Hîn jî li du perçeyên Kurdîstanê zimanê Kurdî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin, destûr nayê dayîn ku Kurdî bibe zimanê perwerdê, zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. "

Tora ziman û Çanda Kurdî dibêje ku ligel wan mercên giran, ew bawer dikin ku gelê Kurd bi hêza xwe, bi hevgirtina xwe, bi têkoşîna xwe ya sivîl û demokratîk dikare hemû qeyd û bendan bişikîne, zimanê xwe biparêze û geştir bike.

Bernama pêşî ya ya heftê Konserta MaMusic Cenetrê bû. Di çarçoveya hefta cejna zimanê Kurdî de îro Pêncşemê ser zimanê Kurdî du panel hene.

Li ser hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi Prof. Dr Qedrî Yildirim re ser Jîyan û Berhemên Baba Tahirê Hemedanî hevpeyvîneke zindî li dar dikeve.

Heman rojê li ser hesabê Twitterê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hevpeyvînek bi Jîyar Cehanferdli ser zaravayên Kurdî hevpeyvînek heye.

15’ê Gulanê jî di televîzyonên Kurdî de li ser mijara di Cejna Zimanê Kurdî de; Ziman, Çand û Tifaqa Kurdan bi beşdarîya Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglu, Kendal Nezan, Zana Farqînî seminerek li dar dikeve.

Heman roj li ser hesabê Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê hevpeyvînek bi Celîlê Celîl re jî heye ku ewê li ser folklor, zargotin û zimanê Kurdî biaxive

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
XS
SM
MD
LG