Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eyaleta Connecticut Qanûna Çekan Dijwartir Dike


Qanûndarên eyaleta Connecticut li bakurê rojhilata Amerîkayê qanûnek qebûl kirine ku hinek astengîyên herî xurt datîne ber mafê destxistina çekan li Amerîkayê.

Qanûn îro Pêncşemê ji alîyê Civata Nûneran ya wîlayetê hate qebûl kirin, çend demjimêran piştî ku li Senatoyê hate derbaz kirin.

Di qanûnê de bêtirî 100 rengên çekan li lîsteya çekên qedexekirî ya wîlayeta Connecticut hatîye zêde kirîye û herwiha mafê destxistina rextên guleyan daxistîye tenê 10 heban.

Tê çaverê kirin ku Walîyê Connecticut Daniel Malloy îro Pêncşemê bernivîsê îmze dike da ku bi fermî bibe qanûn.

Ev gav li wîlayeta Connecticut tê avêtin, li demekê ku gotûbêjên derbarê destxistina çekan hîn mijara sereke ya rojeva Amerîkayê ye.
XS
SM
MD
LG