Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena Çek Bazirganiya Endamên Hikûmetê Sinordar Dike


Ji Prag paytexta Çek hat ragihandin ku, roja çarşemê Palamena Çek proje biryarek da dengdanê, li gur vê projê nabe endamên beşdar di hikûmetê de yên weke Wezîr û siyasetmedaran bi şêweke servekirî karê bazirganiylê bikin û di heman demê de endamên hikûmetê bin.

Parlamenê bi beşdariya hemû koalîsyonan deng liser proje biryarê da, di encam de 135 deng li hemberî 39 dengan bûn, porje biryar bi pirnaiya dengan hate pejirand.

Ev biryara palamena Çek bi navê tevgera ANO pêkhat ku, bi zimanê Çekî "Belê"tê, 135 endaman dengê ANO bikar anî. Proje biryar dide zanîn ku, nabe di paşerojê de wezîrên endam di hikûmetê de bibin karsazên wan kampaniyan yên bi rêjeya 25% ji aliyê dewletê de tên piştevanîkirin, herweha birayar dibêje nabe endamên hikûmetê kompaniyên Mediyatîk hebin.

Wezîrê Maliyê Andrej Babis êrişî tevgera ANo kir, wî herdû partiyên beşdar di hikûmetê de partiya Sosiyal Demokrat û partiya Kirstiyanên Demokrat rexne kirin û li dij biryarê rawesta.

Andrej Babis xwediyê mezintirîn 2 rojname û şerîketên mediyayê ye li welatê Çek, heta biryara parlamenê bicih bibe pêdivî bi erêkirina civata Sênatoran û Serokatiya dewletê heye.

XS
SM
MD
LG