Lînkên eksesibilîtî

Komara Çek Bo Hînkirina Firokêvanên Îraqî Pisporan Dişîne Wî Welatî


Firoka L-159 ya Çekî

Komara Çek îro Çarşemê radigihîne ku ewê di meha Hezîranê de hînkeran bişîne Îraqê ku firokevanên Îraqê li ser karanîna firokên L-159 yên şerker perwerde bike.

Bexdayê ew firokên L-159 ji Prage kirîbû ku di çerê dijî DAIŞê de kar bîne.

Wezîrê Derve yê Komara Çek Lubomir Zaoralek ragihand ku heta 35 hînker di programa perwerdeyê de cîh bigirin, lê ew biryar divê ji alîyê parlemanê ve were erê kirin.

Zaoralek got, biryara wan ya şandina hînkeran pêgirîya welatî wî ya di şerê dijî DAIŞê de nîşan dide.

XS
SM
MD
LG