Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komara Çek Helwesta Tirkîyê ya ser Penaberan Rexne Dike


Serokê Komara Çek Milos Zeman
Serokê Komara Çek Milos Zeman

Serokê Komara Çek Milos Zeman îro Sêşemê Tirkîye tawanbar kir ku li beranber sekinandina hatine penaberan, giwaştin li ser Yekîtîya Ewrupa dike ku pirtir dirav bistîne.

Yekîtîya Ewrupa ragihandibû ku ewê jibo astengkirina herikîna penaberan, sê mîlyar Eurro Tirkîyê, lê Serokê Parlemana Ewrupî Martin Schulz hefteya borî gotibû ku

"Pêşnîyara pêşîn ew bû ku sê mîlyar dolar bo Tirkîyê bê dayîn, lê Enqere niha şeş mîlyar dolar dixwaze û niha jî qala heta 20 mîlyar Euro tê kirin," Zeman bi hazirbûna hevyayê xwe yê Polandî Andrzej Duda li Pragê got.

Li gor rêkeftina meha Mijdarê, Yekîtîya Ewrupî soza sê mîlyar Euro ($3.3 mîlyar) dabû Tirkîyê ku bo penaberên li nav tixubê xwe xerc bike û hember wê jî, tedbîrên ewlehîyê xurt bike ku penaber nikarin bigehin Ewrupa.

XS
SM
MD
LG