Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdar li Bakurê Îraqê Êrîşa Malan Dikin


Çekdar li bakurê Îraqê êrîşa du malan kirin û şeş kes kuştin.

Karbidestên polîsî dibêjin ku di êrîşekê de li bajarê Musil roja Şembî, çar kes hatin kuştin. Li gor karbidestan, çekdaran herwiha êrîşa maleka din kir û du kes kuştin.

Karbidest dibêjin lêkolîn berdewam in jibo eşkerekirina sedemên wan êrîşan û girtina êrîşberan.

Êrîşên Musilê du rojan piştî zincîreka êrîşan bûn li Îraqê ku bû sedema mirina 93 kesan.
XS
SM
MD
LG