Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Dewleta Îslamî li Gundekî Îraqê 11 Kes Kuştine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî roja Sêşemê li gundekî Dîyala ya li rojhilata Îraqê 11 kes kuştine.

Reutersê da zanîn ku êrîşa dijî sîvîlan li gundê El Hawaşa ya Muqdadîya li dar ketiye.

Jêderên ewlekarî û saxlemîyê roja Sêşemê di demên zûtir de ji Reutersê re dabûn zanîn ku hin çekdarên nenas di êrîşekê de 11 kes kuştine û 15 kesên din jî birîndar kirine.

Polîs dîyar dike ku êrîşvanan di êrîşê de jimareke maşîneyan û çekên nîv otomatîk bikar anîne.

XS
SM
MD
LG