Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran Firokexaneya Yemenê Dayêxistin Piştî Ladana Komandarek Leşkerî


Alîgirên komandarek lêşkerê Yemenê ku ji layê Serok Abed Rabbo Mansour Hadî Ve hate ladan, roja Şemê xortî li karbidestan kirin firokexaneya sereke dayêxin, piştî wan gefe kir ku dê teqê li firokan biken û têkbişkînin.

Karbidestan gotin efserên hêza asmanî û çend çekdarên din dewra firkaxaneya Sana girtin û rêk nedan çi firînan, piştî serok komandarê Hêza Asamanî Mohammed Saleh el Ehmer, zir- birayê serokê berê Alî Ebdullah Salih ji posta wî lada. Ehmer red kir dest ji kar berde.

Serokî komandarê hêza asmanî û çar fermandar û bi dehan efserên din yên leşkerî di nav hikûmetê de roja Eynî ladan ku xoya dibe beşek be ji bizavekê bo ladana alîgirên rêzdar Saleh ji postên sereke.

Lê, wê pêngavê ladana korê serokê berê negirtiye xwe ku hêş komandarîya hêza Noberdariya Komarî dike.

XS
SM
MD
LG