Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî Piştrast Dike ku Hember Pêşmerge Gaza Jahrîn Hatiye Xebitandin


Çavkanîyên nêzîkî lêkolîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) îro Duşemê got, par di meha Tebaxê de hember du êrîşên paytaxta Herêma Kurdistanê Hewlêrê li Îraqê gaza xerdel hatîye bikaranîn.

Çavkanîyan, li gor lêkolîna OPCW ku navenda vê li Den Hag e got “Encamên hinek nimûneyan sererast dike ku gaza xerdel hatîye bikaranîn.”

Ew rewş piştî ku rayedarên Welatên Yekbuyî got şerkerên cîhadî yên DAIŞê qabîlîyeta çêkirina gaza xerdel û ya kolorîn bi miqtarên biçuk heye û wan ew gaz li Îraq û Sûrîyê bikaranîne, derket hole.

Karbidestên Kurdên Îraqê par gotibû di 11ê meha Tebaxê du êrîş ji alîyê grubên şerkerên DAIŞê ve li ser Gweyr û Mexmur li başurê Hewlêrê hatin û nêzîkî 50 fuze hatibun firedan.

Wezerata Pêşmergan got “ji wan 37 fuzeyên hatî firedan tozek spî lê rabû û avek reş jê dihat gava ew peqîyan.”

Di vê demê de wezaretê got “di encamên testên nimûneyên xwînê şûnên gaza xerdel dîyar dike.”

Berdevkê OPCW Malik Ellahî piştrast kir ku çavdêran tîmek pisporan şandine da ku alîkarîya Îraqê di lêkolîna çekên muhtemel yên kîmyayî de bike.

XS
SM
MD
LG