Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Celal Hecî Ese’ed Rewşa Sûrîyê Dinirxîne


Piştî sê roj di ser komkujîya bajarokê Hûlê re derbas bûn, daxuyanîyên hin welatên mîna Rûsya û Brîtanîya bi tundî rexne li rejîma Sûrîyê kirin. Ev daxuyanî hatin dan piştî Civata Ewlekarîyê ya NY komkujî şermezar kir û pêkanîna wê xist stûyê rejîma Şamê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Celal Hecî Ese’ed çalakvanê sîyasî, ku nuha li California, Amerîka rûniştî ye, dibêje komkujîyên ku vê dawîyê li Sûrîyê çê bûn hiştin ku gelek welat helwesta xwe hemberî rejîma Sûrîyê biguherin.

Lê belê, birêz Ese’ed dûr dibîne ku welatên Rojava destkarîyeke leşkerî li Sûrîyê pêk bînin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG