Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundê Celemê ya Efrînê Dibe Armanca Êrîşên Nusra


Di van rojên dawî de gundê Celemê ya Efrînê ji alîyê grubên çekdar ve tê topbaran kirin, ku li gundê Selwa û Etmê yên girêdayî Îdlibê bicîh bûne.

Şeva Çarşemê sê muşek ketin ser malên welatîyan û zîyanên madî çêbûn û pirtir 20 topên hawan jî bi ser gund de barîn.

Welatî dîyar dikin ku ew rojane di bin topbarandinê de dimînin, jiber tirsê nexweşî bi jin û zarokan re çêdibin, lê ew naxwazin malên xwe berdin û penaber bin.

Jêderên xwecîhî dibêjin ku Cebhet el Nusra û gruba Noreldîn Zinkî) êrîşên ser gundê Celemê pêk tînin.

XS
SM
MD
LG