Cemîl Bayik yek ji 5 Damezrêner û Endmên Konseya Serokatiya Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê, roj Çarşemê ragihand ku niha dema destdayî ya aştiyek mayinde ye dinavbera Kurdan û Tirkiyê de, Bayîk dibêje، dema ev firsende bê wenda kirin dibe ku bo demek dirêj êdî aştî li Tirkiyê çênebe..
Di Rojnama Washington Post de, hejmara roja Çarşemê Endamê Konseya Serokatiya PKKê Cemîl Bayîk nivîsek weşandîye û banga aştiyê ya bi dewleta Tirk re dike.
Bayîk di nivîsa xwe de balê dikişîne ser pêvajoya dîrokî ya nakokiyên di navbera Tirkiyê û Kurdan de, ji dema avabûna Komara Tikiyê sala 1923yan heta niha.
Bayîk herwiha sedemên damezrandina PKKê û çek hilgirtina li dij dewletê heta destpêkirina pêvajoya aştiyê ya berî çend salan li gel dewleta Tirk û desthilata APKê tîne ziman.
Ji hejî bîrxistinê ye ku PKK weke rêxistineke terorîst di lîsta dewleta Tirk, Amerîka û yekêtiya Ewrupa de ye.
Gelek caran PKKê biryara agirbesta yekalî ragihandîye, lê şer û pevçûn di navbera şervanên PKKê û hêzên Ewlekarîya Tirkiyê de dom dikin.