Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Teqîn le Sûrîyê Bûn Egera Kuştina bi Kêmî 5 Kesan


Jimareke teqînan roja Şemîyê li Sûrîyê bûn egera kuştina pênc kesan, li dema ku çavdêrên NY hewldanên xwe berdewam dikin jibo zêrevanîya agirbestê navbera hikûmet û opozisyonê.

Komeleya Çavdêrîya Sûrîyê ya Mafên Mirovan dibêje pênc kes li bajarê Helebê hatin kuştin, piştî ku teqînek li cihê şûştina otomobîlan pêk hat dema basek di ber re derbas bû.

Çalakvan dibêjin du teqînên din jî Şama paytext hejandin, ku yek ji wan di otomobîleke leşkerî de teqîya. Vê teqînê jî ziyan gihand kolanê û otomobîlên derdorê.

Ti kesî hîn berpirsîya teqînan nexistiye stûyê xwe. Hikûmeta Sûrîyê dibêje terorist van hemû êrîşên kujer dibe ser sivîlan, ji dema ku protestoyên dijî hikûmetê berî salekê destpê kirine.

Her li heman demê, grûbeke çavdêrên NY ji Şamê derketin û çûn cihekî nenas. Jimareke çavdêran gihiştine Sûrîyê jibo şopandina planeke NY ya aştîyê.

NY dibêje bi kêmanî ve 9000 kes li tepeserkirina seranserî welat hatine kuştin, li dema ku hikûmet dibêje 2600 hêzên wê ji alîyê teroristan ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG