Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê û Serhilda li Cenevrê jî Rû bi Rû Rûneniştin


Nûnera hikûmeta Sûrî Caferî li Astana

Gera çaran ya danûstandinên aştî yên Sûrîyê do Pêncşemê li bajarê Cenev ya Swîsre destpê kir.

Nûnerên hikûmet û serhildayên Sûrîyê mîna civîna Astana dîsa rû bi rû rûneniştin û bi alîkarîya navbeynkaran danûstandin kirin.

Nûnerê Taybet yê NY yê jibo Sûrîyê Staffan de Mistura dîyar kir ku berpirsîya bidawîkirina şer li ser hikûmet û serhildayan e û ji wan xwest ku li hev werin.

''Em berjewendîyên Sûrîyê û gelê wê ji bîr nekin. Em tev bixebitin. Ez zanim ku ne hêsan e lê jibo ku vî şerê berbad em bi dawî bikin û di nav aştî û aramîyê de bijîn divê em hevkarîyê bikin.'' Mistura got.

Jiber ku Mistura piştî axaftina xwe berê çû dest da şandeya serhildayan, serokê şandeya hikûmetê Beşar Caferî li benda wî nesekinî û salon terk kir.

Civîna ku li navenda NY li dar dikeve îro Înê jî dom dike.

XS
SM
MD
LG