Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Balci Ser Banga Cenevre'yê Daxife


Mehmet Balci
Dema ku dewlet bi hev re bikevin cengê, ew dem Peymana Ceneveryê dikeve merîyetê da ku li gorî orf û adetên hiquqa şer, ango hiqûqa mirovahî tevbigerin.

Hêzên çekdar yên ne dewletî nikarin Peymana Cenevre mor bikin. Jibo vê yeke, di sala 2000’î de, bi armanca parastina mirovên sivîl di nav pevçûnên çekdarî de, hêzên çekdar yên nedewletî hişyar bikin, Rêxistina Banga Cenevre hat ava kirin.

Kordinatorê Banga Cenevreyê yê Rojhilata Navîn û Amerikaya Latîn, Mehmet Balci ji Dengê Amerîka re da zanîn ku heta neha bi 60 hêzên çekdarî re li ser bingeha parastina sîvîlan peywendî danîne, lê bi 42 rêxistinan re protokol mor kirine.

Birêz Balcî dîyar kir di sala 2001’ê şûnda, rêxistinên Kurdan yên wek PDK, YNK, PKK, KOMALA û PKK jî peymanan mor kirine.

Mehmet Balcî got, Tirkîye PKK’ê weke alîyek hêzên çekdar qebûl nake û wan weke terorîst dibine, lê li gorî standardên nav dewletî ev pevçûneke çekdarî ye.

Birêz Balci destnişan kir di Tirkîye êdî qebûl kirîye ku pirsgirêka Kurd heye û li ser vê mesele şer derketîye, loma jî dixwaze bi rêya sîyasî vê mesele çareser bike.

Nûnerê Banga Cenevrê destnîşan kir ku rêxistina wan niha li Sûrîyê bi çend hêzên Artêşa Azad û bi hêzên Îslamî yên derdora Şamê re peywendî danîye, jibo ku peymana mor bikin da ku sîvîlan biparêzin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG