Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Beriya Civîna NY Gotûbêjan Dikin


Ajansa Reuters ji bajarê Cenevre dide zanîn ku berpirsên artêşa Rûsî û yên Amerîka roja Înê derheqa hewildanên berqerarkirina aştiyê li Sûriyê gotûbêjan encam didin.

Civînên her du aliyan jibo wê yekêne da ku raman û bûçûnên her du welatan jibo çareseriyeke mayinde li Sûriyê nêzîkî yek bibin, beriya civînên Cenevre jinûve destpê bikin.

Hatiye plankirin ku gotûbêjên Cenevre li ser pirsa aştiyê li Sûriyê 25î Şubatê di navbera hêzên nelihev de, li Sûriyê bên destpêkirin. Lê, îro nûnerê taybet ya Neteweyên Yekbûyî de Mestura xuya kiri ku ne mumkin e di 25ê mehê de ev civîn pêk werin.

XS
SM
MD
LG