Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Sûrî: Gotûbêjên Cenevre Gelek Kêrhatî Bûn


Beşar Jaafarî serokê şanda hikûmeta Sûrî jibo gotûbêjên Cenvre, îro roja Înê da zanîn ku, civîna îro bi nûnerê Netewên Yekbûyî Staffan De Mistura re gelek bi sud bû.

Jaafarî da zanîn ku rojeva civîna wan ligel de Mistura xalên bingehîn bûn yên aştiya li Sûriyê.

"Xalên cewherî ku dê bibin xalên serke û sedema dîyaloga cidî ya Sûrî – Sûrî jibo destnîşankirina paşeroja welatî hatin biryardan.

Jaafarî ev axiftin jibo rojnamevanan kirin piştî ku ji nişkêve, piştî dirêtirîn civîn yên dîyaloga Sûrî derket pêş rojnamevan.

"Biryardana xalên bingehîn jibo lihevhatinê, dê bibin sedema dîyalogek cidî di navbera Sûrîyan bi xwe de û bi seroktîya Sûrî, bê ku aliyek biyanî destê xwe bixe nava meselên navxweyî yan jî sepandina mercên pêşwext."

XS
SM
MD
LG