Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Federalî Pêşî li Pirsa Hemwelatîbûnê ya di Serjimarîya 2020'an de Girt


Dadwerekî federalî îro Sêşemê biryar da ku biryara lêzêdekirina pirsa hemwelatîbûnê di forma serjimarî ya 2020’an de pûç bike.

Dadwer Jesse Furman yê li Manhattan ya New Yorkê got ku Wezîrê Bazirganî Wilbur Ross nîyeta xwe ya rastîn ya bi zêdekirina wê pirsê eşkere kiribû.

Ross gotibû ku xistina wê pirsê di nav forma serjimarîyê de bo cîhanîna qanûnên bo parastina hilbijêrên qanûnî pêdivî ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji sala 1950’an vir ve pirsên girêdayî rewşa hemwelatîbûnê di serjimarîyê de cîh nagirin. Rêxistinên mafên mirovan di xemê de ne ku bi wê pirsê kesên neqanûnî wê werin armancgirtin.

Çaverê ye ku karbidestên rêvebirîya federalî serî li dadgeha bilindtir bidin û daxwaza pêdaçûnê li hember biryara Furman bikin.

XS
SM
MD
LG