Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Operasyona HSD’ê ya li Kampa Holê Dipesîne


Hêzên Amerîkî û yên HSD’ê
Hêzên Amerîkî û yên HSD’ê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku di encama operasyonên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi dehan endamên DAIŞ’ê hatine desteser kirin û toreke wê ya veşartî ya li nava Kampa hol û seranser Sûrîyê hate rûxandin.

Dîrektorê ragihandinê yê CENTCOM Kolonel Joe Buccino got ku do nava du hefteyên borî de Hêzên Sûrîya Demokratîk li Kampa Holê operasyonên ewlekarîyê bi rê ve dibin.

“HSD herwiha di 5’ê Îlonê de çar jin rizgar kirin ku li nava tunelan dihatin girtin û êşkence li wan hatibû kirin,” Buccino got.

Wî da zanîn ku ew bi awayekî xurt bi rêka şêwirmendî, alîkarî û bi avakirina derfetan piştgirî didin Hêzên Sûrîya Demokratîk ku ew jî bi kordînasyona rêvebirên kampê vê operasyonên didomînin.

“Bi vê operasyonê ev kamp jibo kesên ku li wir dimînin û kesên ku dixwazin herin dewletên xwe, lê nikarin wê bibe cîhekî ewletir. HSD wê bizavên xwe yên tunekirina gefa DAIŞ’ê bidomîne, lê girîng e ku civata navnetewî jî piştgirîya vê xebatê bike,” Kolonel Buccino di dawîya daxuyanêya xwe de got.

XS
SM
MD
LG