Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Emê Hêzên Xwe yên li Îraqê Daxînin 3.000 Kesan


Leşkerên Amerîkî yên li bingeha leşkerî ya li paytext Bexda ya Îraqê Tebax 23, 2020

Serfermandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîka(CENTCOM) General Kenneth McKenzie îro Çarşemê dîyar kir ku Amerîka vê mehê dê hejmara leşkerên xwe yên li Îraqê ji 5.200 daxîne 3.000 leşkeran.

Generalê payebilindê Amerîka yê li Rojhilata Navîn ragihand ku hêzên ewlehî yên Îraqê di şerê dijî DAÎŞ'ê kanînên xwe pêşve xistine.

"Bi dazanîn û pîroz kirina pêşketina mezin ku hêzên Îraqî pêk anîne û herwiha di şewirmendî û kordînasyona bi Hikûmeta Îraqî û hevkarên me yên Koalîsyonê re, Amerîka biryar daye ku hebûna leşkerên me yên li Îraqê di meha Îlonê de ji 5,200 daxîne 3,000 leşkeran, " McKenzie got.

Ev Ji sala 2016'an vir ve kêmkirina yekê ya girîng û berbiçav ya hezên leşkerî ya Amerîka yên li Îraqê ye. Meha borî, hatibû ragihandin ku dê hejmara leşkeran were daxistinê 3.500 leşkeran.

Li gor ragihandina karbidestên Amerîkî di dawîya 2018'an de, nezîka 5200 leşkerên Amerîkî hîn jî li bingehên leşkerî yên li Îraqê hatibûn bicîh kirin ku piranîya 7.500 leşkerên hejmera giştî ya hêzên Koalîsyonê pêk tînin.

Hejayê bîrxistinê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump soz dabû ku ewê leşkerên Amerîkî bîne mal da ku bi navkirina wî şerên bêdawî yên Amerîka bidawî bike.

XS
SM
MD
LG