Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje di Êrîşa Îranê de Pirtir Leşkerên Wê Birîndar Bûne


Leşkerên Amerîkî piştî êrîşa Îranê li bingeha El Esad xuya dibin (Arşîv)

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) îro Çarşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku pirtir leşkerên Amerîkî yên li Îraqê bo dermankirinê ji Almanya re hatine şandin.

CENTCOM dide zanîn ku leşkerên ku çûne Almanya, di encama êrîşa mûşekî ya Îranê ya 8ê Rêbendanê de birîndar bûne ku ew êrîş dijî bingeheke leşkerî ku hêzên Amerîkî tê de diman.

CENTCOM’ê berî demeke kurt ragihandibû di encama êrîş Îranê de 11 leşkerên wê birîndar bûbûn.

Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê wî eşkere be, ji Reutersê re got ku bi dehan hêzên wan ji nexweşxaneyên li Almanta re hatine veguhestin.

Serokê Amerîka Donald Trump û karbidestên payabilind yên Amerîkî di destpêkê de gotibû ku di êrîşên Îranê de ti endamên wan nehatine kuştin yan birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG