Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî û Kurd Agirbesta Cerablusê Piştrast Dikin, lê Tirk Qebûl Nakin


Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwêş ii Dengê Amerîka re ragihand ku îro Sêşemê agirbesteke demkî di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablus û artêşa Tirk de hatiye ragihandin.

Derwêş dîyar kir ku sekinandina pevçûnan bi navbeynkarîya Amerîka pêk hatiye.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) Kolonel John Thomas ji AFP re got ku Tirk û Kurd li hev kirine ku şer rawistînin.

"...Me soz ji hemî alîyan standine ku ewê dawî li şerê dijî hevdû bînin û bala xwe bidin gefa DAIŞ'ê."

Lê, karbidestekî leşkerî yê Tirk ku navê xwe eşkere nekiriye, ji Reuters re red kir ku agirbesteke wiha heye.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî bi daxuyanîyeke nivîskî got ku opertasyonên artêşa Tirkîyê li hindurê Sûrîyê wê bidomin, heta ku hemî gefên dijî ewlehîya Tirkîyê bêne rakirin.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê jî daxuyanîyeke nivîskî da bîragiştî û agirbest piştrast kir:

“Piştî şêwirên ligel koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka û jibo sekinandina gola xunê û parastina sîvîlan ji encamên şerê artêşa Tirkîyê, em radigihînin ku bi sponsorîya koalîsyonê em bi hevre giheştin agirbestekê. Ev agirbest ji di nîvê şeva derbasbûyî di navbera hêzên me yên li ser Çemê Sacurê û artêşa dagirkera Tirkîyê de kete merîyetê. Em ji her kesî re radigihînin ku agirbest nayê wateya ku em dagirkerîya Tirkîyê ji bajarê Cerablusê re qebûl dikin.”

XS
SM
MD
LG