Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Roja Şemîyê Diçe Almanyayê


Wezareta Derve ya Amerîkayê ewro roja Pêncşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê roja Şemîyê biçe Almanyayê jibo kombûna digel wezîrên derve yên NATOyê li ser bersiva wan bo şerê li Ukraynayê.


Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock meha borî wezîr vexwendibûn bo civîneke nefermî li Berlînê. Civîn di demekê da çêdibe ku Fînlandiya, ji ber nîgeranîya êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dixwaze tevlî NATOyê bibe.


Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku her pêvajoyek endambûnê dê "sanahî û bilez" be û Fînlandiya dê bi germî bihêt pêşwazî kirin.

Roja Yekşemê, 15ê Gulanê, Blinken dê digel Nûnera Bazirganî ya Amerîkayê Katherine Tai û Wezîra Bazirganiyê Gina Raimondo biçe Parîsê bo civîna duyemîn ya wezîrên Amerîka û Yekîtîya Ewropayê ya Konseya Bazirganî û Teknolojiyê.

XS
SM
MD
LG