16 rojnamevanên Kurd yên girêdayî sazîyên çapemenîyê yên alîgirê Kurdan ewro roja Pêncşemê hatin girtin û li benda darizandinê ne û bi tohmeta endamtîya "rêxistina terorê", tên tawanbar kirin parêzerekî got.
Rojnamevan jibo medyaya nêzîkî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya alîgirê Kurdan dixebitîn, ku rîska qedexekirina wê li Tirkîyê heye jiber îdîayên ser têkilîya wan digel şervanên neqanûnî ku bi deh salan e li dijî dewleta Tirkîyê serhildanê dikin.
16 kes digel çar rojnamevanên din di 8ê Hezîranê de, bi tohmeta endamtîya baskê ragihandinê ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Amedê hatibûn desteser kirin.
Li gor belgeya girtinê, roja Pêncşemê, 16 bi " têkilîya rêxistineke terorîst" hatin tawanbar kirin. Parêzerekî berevanîyê piştrast kir ku ew hatine girtin û li benda darizandinê ne.
Di nav wan da hevserokê komeleyeke rojnamevanan Serdar Altan jî heye.
4 kesên din jî di bin çavdêrîya dadgehî da hatin berdan.
Nûnerê rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), Erol Onderoglu, ev girtin şermezar kir û wek hewldanek jibo lawazkirina bizava sîyasî ya Kurdan û bêdengkirina wa ya berîya hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê yên sala tê nirxand.
Tirkîye dibêje ku ew plan dike ku êrîşekê li bakurê Sûrîyê li dijî şervanên Kurd pêk bîne.
Berê jî gelek endamên niha û yên berê di tepeserkirina hikûmetê da hatibûn girtin ku piştî hewldana derbeya têkçûyî ya li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî di sala 2016an de.
Hevalbendên rojavayî yên Tirkîyê ji vê tepeserkirinê dilgiran bûne û hişyarî didin ku ew gefa têkbirina têkilîyên dîplomatîk yên digel hikûmeta Erdoganî zêdetir dike.
Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye di rêza azadîya çapemenîyê ya sala 2022an da ya RSF’ê di nav 180 welatan da di rêza 149’an de cîh digire.