Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

144 Şervanên Ukraynî yên Dîlgirtî Hatin Berdan


Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê roja Çarşemê ragihand ku 144 şervanên wî welatî bi rêya "mekanîzmeyeka pêkguhertinê" ji girtîgehên Rûsî rizgar bûne û nêzîkî 100 şervanên azadkirî beşdarî berevaniya li bajarê Mariupolê yê Ukraynayê bibûn.

Berê, parlementerekî sereke yê Ukraynayê gotibû Dengê Amerîkayê ku Kîev û Moskowa di pêvajoyeke pêkguhertina girtiyan da derbas dibin û Roman Abramovich, karsazê Rûsî yê ku digel Putin têkilî heye, "rolek çalak" di danûstandinan da dilîze.

XS
SM
MD
LG